7 February 2026 - 21:24
Neteweyên Yekbûyî: Xeteriya DAIŞ’ê zêde bûye û hîn jî biyanî tevlî wan dibin

Cîgirê Giştî yê Ofîsa Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî ji hemû welatan xwest ku li ser bingehê mafên mirovan ên neteweyî hemû welatiyên xwe ji kamp û navendên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bi ewle û dildarî vegerînin. Herwiha destnîşan kir ku DAIŞ ji rewşa Sûriye û Afrîkayê sûd werdigre û hîna çeteyên biyanî tevlî wan dibin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X) - ABNA - Cîgirê Giştî yê Ofîsa Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Alexander Zuev li pêşiya Konseya Ewlekariyê anî ziman ku xetereya DAIŞ ê zêdetir bûye, çekdarên terorist tevlî wan dibin û teknolojiya nû bi kar tînin.

Alexander Zuev got: “DAIŞ pereyan bi rêyên ne zagonî kom dike, bacên ne qanûnî ferz dike û mirovan direvînin da ku pere ji malbatên wan bigrin.”

Her wiha Zuev diyar kir ku tevgera DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê berdewam dike û wiha got: ’’Rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê ne aram e. DAIŞ valahiya di rêveberiya Sûriyeyê de bikar tîne û mezhebperestî dide pêş.’’

Alexander Zuev di berdewamiya gotinên xwe de balkişand ser rewşa kampên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi bîr xist ku piştî êrişên vê dawiyê yên komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piranî jin û zarok bi hezaran kes li kampan zehmetî dikşînin. Her wiha anî ziman ku av û xwarin nikarin bi rehetî peyde bikin û aliyê tenduristî û perwerdeyî kêm dimîne.”

Alexander Zuev got 21`ê Çileyê piştî QSD`ê xwe ji kampa Holê vekişand êdî pirsgirêkên ewlehî û mirovî gelekî zêde bûne.

Zuev anî ziman ku tevgerkirina DAIŞ li Afrîkayê, bi taybet li rojavayê Afrîkayê û peravê zêde bûye û xetereya DAIŞ-Xirasan a Afganistan hîna berdewam dike.

Têkildarî teknolojiya jî Zuev wiha got: ’’Ji ber têkoşîna li dijî terorê komên mezhebperest êdî medya diîtal, balafirên bê mirov, bernameyên zekaya çêkir û teknolojiya nû bi kar tînin. Zekaya çêkir ew zêdetirî xwe ji bo ciwan tevlî wan bibin, didin bikaranîn.’’

Cîgirê Giştî yê Ofîsa Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Alexander Zuev ji hemû welatan xwestin ku qanûnî û li ser bingehê mafên mirovan ên neteweyî hemû welatiyên xwe ji kamp û navendên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bi ewle û dildarî vegerînin.

Her wiha Rêvebera Giştî ya Komîteya li Dijî Terorê Natalya Ghirman Neteweyên Yekbûyî anî ziman ku ew têkildarî vê mijarê gelekî dixebitê û ji bo cîhaneke bê teror çêbibe pêdivî bi alîkariyeke navneteweyî heye.

Your Comment

You are replying to: .
captcha